BANGA PÊŞÎN
BANGA PÊŞÎN – Sohrab Sipehrî
Wergera ji zimanê Farisî: Ebas Mûsa
Sola min kanî?
Ew kî bû bangdikir; Sohrab?
Deng, wekî bayê ku pela darê digobilîne, naskirî bû
Dêya min, Minoçehr û Perwan, tev nivîyabûn
Reng e hemû xelkên bajêr jî
Şevên Nîsanê, mîna zêmaran, bi aramî li ser rûyê kêlîkan diherikin
Bayekî hênik
Xilmaşîyê ji dawa hêşînayîya nivînandirevîne
Bêhna koçberîyê tê ber pozê min:
Balgehê min ji awazên perrên hechecîkan tijî bûye
Spêde dê bibişkive
Û asîman dê bi vê pîyaleya avê serxweş bibe
Divê ez îşev biçim!
Min pencereya xwe bo xelkê vê deverê li piştê vekiribû û bi wan re diaxêvîm
Min çi peyv nebihîstin ku van kêlîkan birêsin
Çavekî tenê jî nebû ku bi evîndarî li zemînê binêre
Tu Kes bi dîtina baxçe sersam nebû
Kesekî -ji dil- qirakek negihande baxçeyekî
Dilê min biqasî parçeewrekî ye
Ez, Hûrîyê -keça cîranan a nûgihayî-di pencereyê re dibînim
Li ber qurmê dara Narincê -dara kêmpeyda- fiqih dixwîne
Tiştine din jî hebûn, kêlîkine tîr û têrtijî
(wekî nimûne, min helbestbêjeke jin didît ku çavên xwe kutabûn asîman)
Asîman xwe di çavên wê de raxistibû
Şevekê, zilamekî ji min pirsî:
Tirî di çend saetan de şîrîn dibe!?
Divê ez îşev biçim!
Îşev, divê buxçika min bi qasî gumlekê tenahîya min be
Biçim di hembêza darmiradan de rakevim û nekevim kirasê bêdengîyê
Dîsa min dengek bihîst: Sohrab!
Sola min kanî?