Evîn

Evîn

Telal Heyder

Helbestvanê libnanî yê gelêrî

Ji zimanê erebî: Ebas Mûsa

Dîwana “Demfiroş”ê

Hey evîn!

Min li gel xwe hema seyranekê derxe

Bi pistepist ji min re razan eşkere bike

Bi wan destên hûrik rojên min bimale

Niza çi bi vî temenî hat!

Pişkivî û gelek heyv jê derhatin

Evînê!

Sînga min ta û tayîşk bû

Perpitî û bû ax, bû lavijên derwêşekê

Hey evîn!

Min li gel xwe bibe, min bibe û firekê bide baskên xwe

Mîna gopalekî min hilgire, mîna çîroka korekî hafiz

Ev sûs di darên textrazanê de bi serbestî  digere

Kalemêrek li kalemêrekî dipirse

NIVÎSKAR.ORG

Leave a Reply

Your email address will not be published.