Huseynî û Sepehrî: Girêdana Bi Avê, Axê û Xerîbîyê

Rojên wêjeya berawirdî ya Amedê

Îsal paneleke online 23’yê Çirîya Pêşîn, roja Yekşemê, piştî saet 1:00’ê, bi navê “Huseynî û Sepehrî: Girêdana Bi Avê, Axê û Xerîbîyê ” de, wê Ebas Mûsa, helbestên Ehmed Huseynî bide ber helbestên helbestkarê navdar yê Îranî Sohrab Sepehri û wê xwendineke danberhevî bike.

Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê, vê carê, bo cara 4’an, bi banga Heqîqeta Di Zimanê Xeyalê De dide ser rê, îsal, di pêwendîya heqîqî ya derbirana afirîner de pişta xwe dide tiştê ku civakî ye û li ser hûr dibe da ku di gelek qadan de, yên wekî wêjeya di gelek zimanan de, zanistên civakî, muzîk, fotograf, sînema û hunera hevçax, biaxive; û li ser çîrok, heqîqet û xeyalê hevokan saz bike.

ez îro kêfxweşim ku ez tevlî rojên wêjeya berawirdî bibim, mijara panela min jî bi navê “Huseynî û Sepehrî: Girêdana Bi Avê, Axê û Xerîbîyê” de, ez ê di seranserî mijarê de tecrubeya helbestî ya helbestkarê Kurd î navdar Ehmedê Huseynî bidim ber tecrubeya Sohrabê Sepehrî ku ew jî ji helbestkarên Îranî yê herî navdar e, di nava her du tecrubeyan de, em dê li ser mijara Av, Ax û xerîbîyê anngo bîyanîtîyê rawestin û binasin bê çawa bi rengê helbestî hunandine, çawa têkilî xeyala xwe bûne û çawa ev hest radestî xwîneran kirine.

Leave a Reply

Your email address will not be published.