Xwînmasî

Xwînmasî – Shabnam Azar

Wergera ji farisî: Ebas Mûsa – LeWerger4

Marmasiyê di nava destên te de
çengalê xwînî di qirika min de
ez ne periya deryayê bûm
te tor avête ser min
te ez ji okyanosa min cuda kirim

Marmasî
li dora qirika min… Mar
di masîdanka te de… Masî
bilebite!
li nik pêlan xeberên xêrê hene
keşnasiyê
masîgir agahdar kir
ez mar im û serê min birîndar e
ez parçeyekî ji dilê te, ne jî ji laşê te, naxwazim
lê bi tenê
okyanosa min li min vegerîne
ez dixwazim
bibim Xwînmasiya deryaya xwe

Ev helbest cara yekem di Kovara LeWerger jimara 4an

Leave a Reply

Your email address will not be published.