GUR

Tabloya hunermendê Misrî Semîr Rafie
Tabloya hunermendê Misrî Semîr Rafie

Gur
Jila Mossaed (1948 – )

Li ser zinarê xilmaş

li nava biyabanê

di nexşeya laşê xwe de wenda

ez rûniştim

Gur im

serê min ber bi jor ve

dizûrim

ber bi heyvê ve

ber bi dayê ve

ber bi pêsîra mezin a tijî damar ve

ku her gavê bi devê min nakeve

Di şevan de kirasê xwe yê fireh dihejîne

Pelikên stêrkan li şûna xwe dimînin

naweşin

nakevin

xwedîraz in

tarîtî ji çend pelan pêk tê

Ev çend hezar sal in

ku ez her şevê li ser latekî rûdinim

asîmên dixwînim

dawî li kû ye?

Ber bi jor ve, bi jor ve

werîsê laşê me bi jor ve bikêşe

Gur im

ji derdan dizûrim

te ez bi tenê di rêya xwe de hêlam

hey sitemkar
Min gelek tîp ji mêj ve
di serê însan de hêlan

Ev helbest di kovara LEWergerê de jimara 3yan belavbû
Wergera ji farisî: Ebas Mûsa

Ji bo xwendina bi forma PDF

Kovara LEWerger jimara 3yan

Leave a Reply

Your email address will not be published.