Kataloga Baxçeyeka Ajelan a Îranê

Tabloya hunermendê Misrî Hemdî Etîya

Kataloga Baxçeyeka Ajelan a Îranê

Helbestkara Îranî: Leyla Fercamî

Werger ji zimanê Farisî: Ebas Mûsa

werger di kovara Şermolayê de, hejmara 15ê hate weşandin

Tu dikarî bi forma PDFê bixwînî. Bitikîne

Teyrê tawis

Pêdivîya me bi teyrekî tawis heye ku nexweşên pirsgirêkên derûnî karibin pirsgirêkên xwe yên kesane yan ferhengî çareser bikin

perîkên wî yên rengereng hil bikin û bihêlin bibe mirîşk

(Teyrê tawis ev yek got?!!! Wax wax wax)

Kergoşk

Pêdivîya me bi kergoşkekî heye

ji bo ku her guneheka ewçend piçûk bike, em guhên wî badin

û gêzera wî bi alîyekî din ve li ba bikin

Legleg

Pêdivîya me bi leglegekî seqet heye

(ji bo heqaretkirin û henekpêkirina seraqet û guhdana bi dab û adetên kevn ên kulturî)

Rovî

Pêdivîya me bi rovîyekî zilamane heye

da qene bi gotinên hizrane biaxêve

û ji “Derve” hatibe

(heger Farisîyeka şikestî û devokeka keçikane bizane dê baştir be)

Beraz

Hewcedarîya me bi berazekî heye

ku bi tenê xwarina wî guneh be

(Can)

Zebra

Em zebrayekê dixwazin

ku bi xêzên wê dîwarê zindanê bixemilînin

(da li hember xwekuştina ji bêzarîyê raweste)

Zirafa

Hewcedarîya me bi zirafeyeka Arî heye

ku stûyekî wê yê dirêj û balkêş hebe û -ji me bêtir- hay ji pelên daran hebe 

Meymûn

Me meymûnek divê; hema wisa

(Girîng: divê nîvrûyê wî dilrevîn be da ku xwe berde qada siyasî)

Hirç

Pêdivîya me bi hirçekî sistikî heye

da welatîyan bide xebitandin û çerxa aborîyê ya giran -li gel tirsandin û bizdandinê- bigerîne 

Mar

Pêdivîya me bi marekî lastîkî heye

da milet di nava xebatê da vegevizîne

Ker

Em hewceyî kerekî padîşahîxwaz in

ev tam daxwaza xwestekarê desthilatdarîya domdar e ku li ser serê welatîyên hema bibêje razayî ye

* Leyla Fercamî

Helbestkareka îranî ye. Sala 1972yan li Tehrana paytexta Îranê ji dayik bûye. Sala 1986an, dema şerê di navbera Iraq û Îranê da gur dibe, pena xwe dibe DYAyê û hetanî îro li wir dijî.

Li gel ku derûnnasî xwendiye û her di wî warî da kar dike, lê ji şazdehsalîya xwe ve dest bi nivîsîna helbestan kiriye.

Ji bilî helbestan, Leyla Fercamî wergera di navbera zimanên Îngilîzî û Farisî da jî kiriye.

Hin serenavên berhemên Fercamî:

– Çemê ji hîvê diherike/رودخانه ای که از ماه می گذرد 

– Balindeyê ku ji nava min awazan dixwîne/پرنده ای که در من آواز می خواند 

– Herî/گِل 

– Derbasbûna di gerestêreka şewitî daعبور از سیاره ی سوخته/ 

– Lixwemikurhatina keçên xerab/اعترافنامه دختران بد

Leave a Reply

Your email address will not be published.