Thursday, April 30, 2026
PencereWerger

Renca Mirinê

Helbesteke Farisî

Renca Mirinê

Maryam Jafari Azarmani

Her zindiyek bi rengê mirinê dixemile

Dinya mişt renca mirinê ye

Hey jiyan

êdî nema bikene, tama mirinê ya genî ji lêvên te tê

Lehiya xwînê da ser axeke ku alişiye kuştinê

û hînî mirinê bûye

Ne gunehê te ye ku tu heyî

bidawîbûna ji ber bilindahiya mirinê ye

Bi kesekî re radizê, paşê bi yekî din re

û paşê

bi her kesî re radizê û paşê…

Her ev e çîroka qehpîtiya mirinê

Dinya ketiye devê moriyan

bi sedhezaran miriyên şîrîn di dev de

Berhema kargeha dinyayê

tabûta mirinê ye

Wergera ji farisî: Ebas Musa

LEWerger, hejmara 12an

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *