Du helbestên Leyla Fercamî

Wêne: Sînorê di navbera serxet û binxetê de- Rodî Tehlo

Du helbestên Leyla Fercamî

Werger ji zimanê Farisî: Ebas Mûsa

werger di kovara LEWergerê de, hejmara 1ê hatin weşandin

Tu dikarî bi forma PDFê bixwînî. Bitikîne

Veger

Wê rojê

ji deryayê vegerîyabûm

Bajar

bi kevirên xwe

qermîdên xwe

mirovên kelpîçî û rojên kayînî

Bajar

ligel Xwedayê xwe yê mêr bû

bi tilîeşheda zêrîn

bi rêya kevirîn

û simbêlê marmasîkî

Şar

ji hêla diranên tûj ên asîmanî ve dorpêçkirî bû

û çivîkên bi baskên mişt rimên ewran wergirtine

û barana wî
meyeke genî

xwîneke hişk

destê wî ji şar hat birrîn

xulamekî zincîrkirî

wê biçûya û hey biçûya heta binax bibûya

Wê rojê

ez ji deryayê hatibûm

ez ne pêxemberek bûm ku te bi fitûyekê rizgar bikim

ne jî pûştek bûm ku te bi ramûsanekê sihirdar bikim

ez helbestkar bûm
û bi tenê
min dikarî
di navbera şevreşkên darên wî de bigirîm

Sînga min li ber germahiya mohra te bû
û awirên min ber bi çavên masiyane ve diçûn
ku laşên wan yek bi yek ber bi torê ve dişemitîn

dixuye ku min hemî bi rijiyeke ronîdar li ser rûyê avê nivîsîbûn

Wenda

Li vê dinyayê, pola ji bo tenahîya şevan tête sazkirin û şev ji bo awazên şûr

û mertalan

Were delalo!

Were em yariyê berdewam bikin

Ez winda me

û tu pêxember

qene tu pirtûkeke pîroz î nû ji xwînê, ji şîr û hingiv ji van çêlekên tî ra bînî

* Leyla Fercamî

Helbestkareka îranî ye. Sala 1972yan li Tehrana paytexta Îranê ji dayik bûye. Sala 1986an, dema şerê di navbera Iraq û Îranê da gur dibe, pena xwe dibe DYAyê û hetanî îro li wir dijî.

Li gel ku derûnnasî xwendiye û her di wî warî da kar dike, lê ji şazdehsalîya xwe ve dest bi nivîsîna helbestan kiriye.

Ji bilî helbestan, Leyla Fercamî wergera di navbera zimanên Îngilîzî û Farisî da jî kiriye.

Instagram: @lewerger_

Twitter: @lewerger_

Facebook: lew werger

Mail: lewwerger@gmail.com

Leave a Reply

Your email address will not be published.