Bayê Bakurî

Tabloya hunemendê Misrî: Seyd Seededîn
Tabloya hunemendê Misrî: Seyd Seededîn

Helbestvanê libnanî yê gelêrî Telal Heyder, ji dîwana Dîwana “Demfiroş”ê

Ger hespek li gel hebûya

ez dê li bilindahîyê bimama

dema te gazî min bikraya

ez dê ji ser xeyala xwe daketibama

Hey qîza şivanî

ev mirin pêşberî min e

dergehan bi min re dadin

bayê bakurî radibe

Hinan go hate kuştin

hinan go mir

hinan got

tarîtîya xeyala xwe vekir û derbas bû

Zarokek hebû

li kevîya text razayî bû

bi çivîkan xemilandî bû

li ser defterên ximavê, kul tune ne

ne jî kund pirtûka wî dibizdand

bêrîkên xwe tije stêr kiribû

Leave a Reply

Your email address will not be published.