William Saroyan pêkenîna Ku Bi Bêhêvîtîyeke Xweşkok Hatiye Xemilandin

Ebas Mûsa

Hin çîrok hene te dixapînin. Dikarin jîyaneke sade vebêjin; jîyaneke ku tu di nav de jîyayî yan tu hema hema tê de dijî. Çîrokine dî jî hene ku te didin ber lehîya xwe heta ku tu dikevî kirasê vegotin û hestyarîya wan. Çîrokine dîtir hene ku dema tu dixwînî tu dibêjî qey te nivîsîne yan gerek e te binivîsandana yan jî heman bûyerên wan bi te re derbas bûne.

Hin çîrok hene nêzî gîyanê te ne, tu dixwazî her dem li pêşîya te çêbibin, ji ber ku nêzî jîyana te ne. Hingê bala te dikişînin, tu dixwazî bi te re derbas bibin da ku tu ji me re bibêjî: “Ha ev bû ha, ev çîrok bû, tu dibêjî qey li pêşîya çavên min qewimîye!”

Hin çîrok hene ku te ber bi zaroktîya te ve kaş dikin; ew zaroktîya ku te nîvê wê ji bîr kiriye, çunku wê heyamê tu ne nivîskar bûyî!

Gelo ma ku tu ne nivîskar bî, dê çawa ew dîmenên bedew werin bîra te? Carinan çîrokek wê bûyera nêzî çîrokên te yên zaroktîyê vedibêje, îcar dema tu dixwînî tu di bin simbêlan de dimizmizî.

Hin çîrok hene ku her çendî ne bi zimanê bav û kalên te hatine nivîsîn lê ew çend nêzîkî hundirê te ne ku tu dibêjî qey nivîskarên wan rahiştiye bîrewerîya te û li ser rûpelên wan çîrokan givaştiye!

Yek ji hostayên çîroka nûjen, William Saroyan, dikare nivîskarê heman çîrokên gîyanî yên li jorê behskirî be û dikare her dem bibe serkêşê paşperdeya rewanê mirov ê ku nikare xwe bîne ziman.

“Navê Min Aram e” kurteçîrokine bi vî rengî ne ku nivîskarê wan karîbû rih û raza rojhilatî, nemzae rih û raza Ermenî, bixe buxçika zimanê Îngilîzî. William Saroyan karîbû binivîse û vî gîyanî û vê razê bigihîne xwînerên Amerîkayî û Eworpayî. Mirov dibêje qey nivîsîna Saroyan hêlanek e ku bi hejandina wê re, di her carekê de, gotinên rojavayî li ba dibin û gîyan û raza rojhilatî şûna wan digirin.

Tev li ku William Saroyan jîyana xwe li Dûgelên Yekbûyî yên Amerîkayê derbas kiriye lê wî karîbû rewanê xwe û rewanê Ermenan bi rengekî bedew bi pêla êş û xweşîyên wî rewanî vebêje.

William Saroyan

Saroyan hûrgilîyên jîyana xwe û ya me vedibêje û di heman demê de dihêle ku em bi rewşa mirovahîyê bi giştî biponijin; bêyî ku ew rê li pêş rondikbarîna me veke û bêyî ku rê li pêş êşkêşî û azarkêşîyê jî veke, ji ber ku ew rewşa trajîk di qalibekî komîk de ro dike û rê dide me ku em li paş perdeya girnijînê bi rewşa xwe biponijin û xayîz bimînin.

William Saroyan dixawze qelebalixa zaroktîyê berde damarê jîyana me. Dixwaze çîrokan bi rengekî ku nêzîkî jîyana me bibin vebêje; çîrokine ku vegotina wan ew çend nêzî rehjenîya kîtekîtên paşguhmayî yên rojên me yên destpêneketî û paşperdekirî ye.

Li gel ku cî, dem û bajar bi giştî li DYAyê ne, mirov dibêje qey ev çîrok ne li DYAyê qewimîne û hatine nivîsîn, çunku gîyanê rojhilatî yê Ermenan serdest e. Li vir, wekî em dizanin, dîrok û civakeke hevbeş a Ermen û Kurdan heye. Hevjîyana wan a bi sedan salan hiştiye ku gelek dab û nêrîtên wan, rûniştin û rabûna wan di gelek xalan de nêzî hev bin. Ji lew re çîrokên W. Saroyan nêzî gîyanê Kurdan in jî û dema tu Kurdîya van çîrokên Îngilîzî dixwînî, hestên bîyanî û cudahîya cî û war naxuyin, an ku di koka meseleyê de wergerandina rihê Ermenan ê rojhilatî heye.

W. Saroyan peyamberekî rojhilatî ye ku geşta wî bi şaşîtîya qederê li wan welatan rawestîyaye. Çerxa felekê hêlaye ku ew zimanê bîyan bibe tûrikê hestên wî. Lê dîsa ya baş ew bû ku çîrokên wî bi zimanekî û li welatekî hatine nivîsîn ku qedirê nivîsînê lê tê girtin, an na dê ew hest û çîrokbêjîya hostane badilhewa biçûya, ku jixwe Saroyan jî karîbû wê derfetê bi zanabûn zeft bike.

Di çîrokên berhema xwe ya li jêr serenavê “Navê Min Aram e” de -ku ji hêla Sîmav Hesen ve hatiye wergerandin bo zimanê Kurdî û di demeke nêz de ji hêla Projeya HINARê ya Çandî ve tê weşandin, W. Saroyan mirov vedigerîne gundîtîya sade, bi destê zaroktîya mirov digire û di nava zevîyan re, li gel hespan, daristanan û malbatê digerîne.

Li gel ku zaroktîya Aram zaroktîyeke bêsînor e û dikare ji bo zarokên vê cîhanê bibe mînak; ew zarokên “Kulîya Hesinî” ya Selîm Berekat ê navdar tîne ber çavên me.

W. Saroyan mîna wênekêşekî Ermen ê şareza rûyê DYAyê û rûyê Ermenan ê rojhilatî xêz dike, dide ber ronahîya flaşa xwe û di dawîyê de di berhemeke çîrokî ya serincrakêş de raberî me dike.

Heger em li dîroka nivîsîna vê berhemê vegerin ku çawa di nîvê pêşîn ê sedsala 20an de hatiye nivîsîn, em dê bibînin bê çawa heta roja îroj jî hîn nivîsîneke nûjen û biserkefî ye, ji ber ku di Kurdîyê de, em hewcedarên vî gîyanî ne ku jîyana gundan û civaka me ya gundewar di nava xwe de hilîne.

Her çi qasî jîyan gelek caran mohra bextreşî û jankêşîyê li rûyê mirovan dide lê nivîskar her dem dikare wî hestê xwe yê dilveker bi ser de birijîne. Di vî warî de, li gel ku rewşa Ermenan di dema nivîsîna “Navê Min Aram e” de rewşeke pir trajîk û jandar bû, li jêr fermanên komkujîyên Osmanîyan û barê Cenga Cîhanê ya Yekem bûn, her weha li gel ku DYA bi xwe di nava rewşeke aborî ya cetin de bû; W. Saroyan bi vê berhema xwe xwestiye alîyekî xweşkok ê jîyanê bide pêş.

Di çîroka “Darhinar”ê de, nêrîna W. Saroyan a li hemberî jîyanê dixuye. Ew jî di rêya mamê Aram re, ê ku parçeyek erd li bîyabanê dikire û dixwaze bike daristan û şînkayî, lê ma ji bilî ziwabûnê dê çi ji bîyabanekê derkeve? Di vê çîrokê de windabûna bîyanan li welatên koçberîyê dixuye. Nivîskar dîyar dike bê çawa ew li nava bîyabana xerîbî û bîyanistanê li xweşikîya xwe digerin, lê di wê gerê û wan hewldanan de ji bilî bêhêvîtîyê rastî tu tiştî nayên. Tiştê balkêş ê nivîsên Saroyan bi giştî -her wisa di vê çîrokê de jî- ew awayê vegotin û çîrokbêjîya nazik û zarokane ye ku dihêle êş û xemên lehengan bi xweşikî derbas bibin. Jixwe em dikarin vê yekê bi eşkeretî di berhevoka çîrokan a li jêr serenavê “Navê Min Aram e” de bibînin û di deryaçeya bêhêvîtîyên xweşkok ên W. Saroyan de noq bibin.

Di çîrokeke din de pêkenîneke nerm xwe li xwîner digire gava ku W. Saroyan karaktera wî kesê dîndar xêz dike û wê danûstandina di navbera wî û Aram de vedibêje. Di wê demê de xwîner xweş tê digihêje bê ka çawa W. Saroyan karîbû boçûn û nêrînên xwe yên der barê qewam û hizirên giştî de pêşkêş bike bêyî ku tiştekî di hundirê me de biderizîne û bêyî ku zîyanan bigihîne bawerîyên me.

Navê Min Kulîya Hesinî ye

“Navê Min Aram e” kurteçîrokine kubar in ku bi şarezatî û hostatî ji hêla niviskarekî Ermen ve bi zimanê Îngilîzî hatine nivîsîn û li wan welatan nav û deng daye. Her weha “Kulîya Hesinî” jîyannameyeke balkêş e ku ji berhevkirina çîrokên zaroktîyê pêk hatiye û ji hêla nivîskarekî Kurd ve bi zimanê Erebî hatiye nivîsîn. Li vir em dikarin van her du berhemên giranbiha û nivîskarên wan ên qelemşor bidin ber hev: Nivîskarekî Ermen ê Îngilîzînivîs û nivîskarekî Kurd ê Erebînivîs. Her duyan jî çîrokên xwe bi zimanekî bîyan -ne bi zimanê dayîka xwe/bav û kalên xwe- nivîsîne, lê her duyan jî karîbû sîsika bîrûbawerîyên xwe bi wan zimanên bîyan -ew zimanên dûrî vegotina rastîn a çîrokên xwe- bidin pêş. Ji lew re jî her du berhem pir nêzî gîyanê me ne. Di vê yekê de jî ziman di navbera me û nivîsînê de nebûye sînor û kelem. Ji bilî vê egerê jî awayê nivîsînê û vegotina çîrokan bi rengekî hema hema devokî hatine hûnandin.

Lê di vê derbarê de em dikarin bibêjin ku her çendî lehengên “Kulîya Hesinî” jîyaneke zehmet û eletewş derbas kiriye û lehengine no ne, lê ew di koka xwe de şikestî ne. Berevajî vê yekê, her çendî lehengên “Navê Min Aram e” xerabîyan dikin lêbelê ew wan xerabîyan bi nermayî dikin.

“Navê Min Aram e” berhemeke wisa ye ku hêja ye xwîner çend caran bi xemrevînî bixwîne heta ku -rind- xwe di neynika çîrokên wê re bibîne û rengê wî di wan çîrokan de vede.

Ev gotar li pêşîya wergera Kurdî ya kurteçîrokên bi navê Navê Min Aram e ya nivîskarê Ermen yê navdar William Saroyan belavbû. Pirtûk di sala 2017 an ji nav weşanên Pirojeya Hinarê bi wergera Sîmav Hesen derket

https://drive.google.com/file/d/1UNYrD5WzFWgjskejwkCqJ9RXvUACx7Hh/view?usp=sharing

Leave a Reply

Your email address will not be published.