Kilîd

KILÎD - Tabloya hunermend Wenda Rojin
KILÎD – Tabloya hunermend Wenda Rojin

Kurteçîrok

Diyarî ji bo bajarên me yên dagirkirî

Tenê straneka bi rîtmeka hêdî di serê wê de diçû û dihat. Stran ew çend digerîya û digerîya hetanî ew gêj dikir û ew mîna serxweşan di kêlîyeka nedîyar de di xew ve dibir; di xeweka neşîrîn de vedigevizand.

Her sibeh, hema ku xirecir di damarên kolanan re digerîya û xweyîkaran berê xwe dida bazar û dikanan, keça porkej ji şikefta xewê radibû û berîya her tiştî, berê xwe dida dikana Hosta Xaço da jê re çend kilîdan çêke. Hosta Xaçoyê min û te jî ev wekî meraqekê didît, bi girnijîn kilîdên keçê çêdikirin.

Di sebeta textîn de êdî kilîd her û her zêde dibûn. Ne sed kilîd, ne jî hezar bûn; êdî nedihatin hejmartin. Bûbûn sebr, lîstik û hedana keça porkej û di gerdenê de kilîdek bûbû gerdenîya herî bedew.

Şevekê ji şevên Xwedê yên dirêj, bêdawî, bi êş û azar, şevek ji wan şevên girtî ku bi tu kilîdan venedibû, keça porkej xayîz mabû, li binbanê odeyê dinêrî. Çend kilîd danîbûn ber xwe di derzîdanka de hiltanîn. Sebeta textîn a tijî kilîd li ber xwe danîbû û hêdî hêdî di derzîdanka de hiltanîn, lê ne kilîd bi dawî dihatin, ne jî şev.

Kesekî nas nekir bê çilo û çawa keça me ya porkej xwe gihandibû ava Dîcleyê, tenê dîmena wê balkêş bû. Sibehekê, hin gundîyan keçeka ku bi ser avê ketiye dît ku bi hezaran kilîdên derzîdankirî bi cilên wê ve bûn.

KILÎD – Stodyo TERZA, Qamişlo

Çîroka keçê bi ser zimanan ket, lê bi sed reng û awayî. Belam razên keçan bi wan re dimînin û tu kes bi wan nizane. Tu kes wan kifş nake û mîna pirpirîkan bi giyanên wan re ber bi asîmanên nedîyar ve difirin; diçin û her diçin.

Di wê şeva ne şev de, keçê sebeta vekirî bi şûn de hiştibû, ji lew re razên wê kifş bûn.

Di rojeka payîzîn a çirîya pêşîn de, nêzî guhastina keça porkej û lawikê metê bû. Di wan rojên xirecira wan a li gel malbat û dostan de, lawê metê maleka malanî, li tenişta mala bavê xwe, ji porkeja xwe re hazir dikir.

Lê payîza wê salê xeberên nexêrê bi xwe re dianîn, êdî êrîş ji hêla bakurî ve bi ser bajêr ve dihatin, dijminê bav û kalan, hov, top, tifing û balafir rakirin. Di wê rojê de, di esra teng de, hemû bi cilê rihê xwe derketin, bi vê lez û bezê re, lawê metê ji wan xwest herin da qene kilîda malê ya ku ji bîr kiribû bîne, lê Xwedê nede balafirê bê çawa ew der hemî di çend kêlîyan de kirin xwelî.

Di esrên teng ên payîzan de, li berava Dîcleyê dengekî keçînî tê, ku bi hêdîka distrê û hey distrê:

Berbû va em hatin, ji bajar û gunda

Berbû va em hatin ji bajar û gunda

Em ê te biguhêzin hey keça Kurda

Em ê te biguhêzin hey keça Kurda

Hinê di teştê kin gelî gundîya

Hinê di teştê kin gelî gundîya

Li destê bûkê kin gelî zerîya

Li destê bûkê kin gelî zerîya

Têbînî

Ev kurteçîrok beşdarî 8emîn Mihrecana Çîroka Kurdî ya ji hêla Yekîtiya Nivîskarên Kurd Li Sûriyê hatibû li darxistin.

Kurteçîroka Kilîd xelata yekemîm di Mihrecanê de wergirt; nivîskar Ebas Mûsa bi bihaya xelata mihrecanê komek çîrokên Kurdî (250 çîrok) li zarokên Serê Kaniyê belav kirin.

Leave a Reply

Your email address will not be published.